Deriyên xêrê vebûne li başûra rojhilat Kewên gozel diçêrin li nav pirêzên berzan Li şingal û serhedê pirr dane qendîla dil Qêrîna ap û pismam esmeriya kurdistan e Bi destarên destik zêrîn, destê sibê dihêrin Loda nifşê eşqiya ji eşqa binevşên narîn in Tîrên girava eşqê pêl bi pêl dialêse Hêvîsiudên rizandî ji textikên aniya Satorên biqifil û miftên bivirên seqakirî Li korxaneya ehrîman kef û girêza bixwîn Bi destarên destik zêrîn, destê sibê dihêrin Loda nifşê eşqiya ji eşqa binevşên narîn in Hertim karê te ev e!.. Tu pîjê aziba î Tim guhên xwe bel dikî li şûvên serxwebûnê Tu derzek derizandî di derzên movikan de Tu qunderza deziya derzîdanka rima î Bi destarên destik zêrîn, destê sibê dihêrin Loda nifşê eşqiya ji eşqa binevşên narîn in Ma kê birûsik çinîn? Ji ezmanê cîksayî Ji zînê zerzêrînî bûkên baranê kor bûn Kê besa seyid riza di rizda raza werkir Kê bilbizêkên biharê li bûkên salê rijî kir Bi destarên destik zêrîn, destê sibê dihêrin Loda nifşê eşqiya ji eşqa binevşên narîn in