Der şehneşînê dîlberê Min dît bi nîşan û bi tac Min dil ji hêla pencerê Da destê yadîgar û bac Gava ku min dil daye dest Can maye dîl û jar û mest Hê li min dixwî fort gefa Yar wek setemkara Hecac Hê li min dixwî fort gefa Yar wek setemkara Hecac Êhram vebestin ser mila Kaba dilan wan kirne maç Pir têne kabê bê jimar Hinek peya û hin siwar Hin jê bi geşt hin kar û bar Hin jî li ser baskên mîrac Hê li min dixwî fort gefa Yar wek setemkara Hecac Hê li min dixwî fort gefa Yar wek setemkara Hecac Têne tewafê jin û mêr Beladikin pir zîv û zêr Lê vedigerin tûjtir ji kêr Bê bext û dexsok û gelac Bes min tenê di say û sefa Dîbû gelek, cewr û ceva Hê li min dixwî fort gefa Yar wek setemkara Hecac Hê li min dixwî fort gefa Yar wek setemkara Hecac